Li Kerkûkê li pey hev teqîn: kesek mir, 11 kes jî birîndar bûn

Li Kerkûkê teqînên li pey hev çêbûn. Di teqînan de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, li qada Qûds, li nêzî mizgefta Ebrar teqîn çêbû.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku di teqînê de kesek miriye, 11 kes jî birîndar bûne. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Piştî vê teqînê demek kurt li cadeya Bexda jî teqînek din çêbû. Têkildarî encama teqînê agahî nehate girtin.

Teqînek din jî li taxa Mûsela çêbû. Êrîş bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat û di êrîşê de têkildarî mirî û birîndaran agahî nehate bidestxistin.