Li Kerkûkê êrîş çû ser navenda polîsan

Li Kerkûkê êrîşeyek bombeyi birin ser navenda polîsan, di êrîşê de sivîlek mir, 3 sivîl û 2 polîs birîndar bûn.

Êvara Çarşemê êrîşek bi ser Navenda Polîsan a Iraqê de hat. Ji wesayiteke ku di ber navenda polîsan re diçû bombeyek hate avêtin û di encamê de 2 polîs birîndarbûn.
Dema ku bombe hate avêtin polîsan li wesayitê reşand, sivîlekî ku li ser rê bû bû hedefa guleyan polîsan û hate kuştin. Sê sivîl jî birîndara bûn.

Berpirsê Rêxistina Polîsan Rehîmawa Newzad Star got ji bo ku erîşkar bigirin wan operasyon dane destpêkirin.