Li Kenyayê ji ber baranê 2 gund man di bin avê de

Li girava Rift a Kenyayê piştî barana zêde bendav tejî bû û 2 gund man di bin avê de. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 47 kes mirin, gelek kes winda bûne.

Bendava Solaî ya nêzî bajarê Nakûrûyê cotgehên li herêmê xwedî dikir. Gelek fîrma û karker li bejahiya derdora bendavê dijî û kar dikin.

Bendava ku li ser girekê piştî baranê tejî bû û ava wê herikî. Av û heriyê 2 gund û karkerên li cotgehan kar dkirin li ber xwe bir û winda kir.

Ji ber rabûna ava bendavê ya seatên şevê gelek kes di xewê de man. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 47 kes mirin û gelek kes winda bûne. Xebatên rizgarkirin û lêgerînê didomin. Tê payîn ku bîlanço girantir bibe.

Barana dema welat di rewşeke ziwabûnê de hat. Di serê salê de zêdetirî 3.4 mîlyon mirov pirsgirrêka ewlehiya xwedikirinê dijiyan. Barîna zêde ya baranê bû sedama zextên avê û hezîna axê. Ji meha Adarê ve zêdetirî 170 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 225 hezar kes jî neçar man cihê xwe biguherînin.