Li Katalonyayê hikûmet nikare were avakriin, hilbijartinên pêşwext di rojevê de ne

Li Katalonyayê ev bi mehan e arîşeya hikûmeta herêmî çareser nabe, bi mudahaleya daraza Spanyol hilbijartin dîsa ketin rojevê.

Hikûmeta Spanyayê 21’ê Kanûnê hilbijartin li Parlamentoya Herêmî ya Katalonyayê ferz kiribû û di encamê de alîgirên serxwebûnê bi ser ketibûn û ew maf ketibû dest wan ku serokê nû yê herêmê diyar bikin.

ASTENGIYA LI PÊŞ SANCHEZ KU WERE PARLAMENTOYÊ

Serokê berê yê li sirgûnê Carles Puîgdemont li şûna xwe parlamenter Jordî Sanchez ê ku di girtîgehê ye namzet nîşan dabû, Dadgeha Bilind a Spanyayê namzetiya Sanchez asteng kir. Ji bo ku seroktiya Sanchez were pejirandin divê bihata Parlamentoya Katalonyayê û ji bo vê jî, ji bo ku ji girtîgehê derkeve serlêdan kiribû.

Dadgerê dadgeha bilind jî daxwaza Sanchez qebûl nekiribû û ji bo ku alîgirên serxwebûnê hikûmetê ava nekin astengiyeke dî danîbû holê.

PUÎGDEMONT: HILBIJARTIN WÊ NEBIN TRAJEDÎ

Carles Puîgdemon ê ku li Brûkselê sirgûn e, piştî vê biryara dadgehê, ya bi rengê darbeye  got, ‘’Her çendî ne bi daxwaza me ye jî û hilbijartinên nû ne trajedi ne’’’. Puîgdemon ji rojnameya Katalan El Punt Avuî re axivî û got berpirsê hilbijartineke pêşwext  wê dewleta Spanyayê be ku encamên hilbijartina 21’ê Kanûnê qebûl nekiriye.

Hikûmeta Spanyayê jî li şûna ku hilbijartiyên ku kiriye girtîgehê berde li partiyên alîgirên serxwebûnê ferz dike ku namzetekî ji xwe derxînin ku bikaribe peywirên xwe bi cih bîne.