Li Karolîna ya Bakur di 45 salan de 7600 siyahî eqîm kirine

Derkete holê ku li bi taybetî li Karolîna ya Bakur ya DYE'ye di navbeyna salên 1929-1974'an de polîtîkaya eqîmkirinê li ser siyahiyan kirine. Di lêkolînê de ya li ser mijarê ev rewş were qirkirinê hate dîtin.

Tê diyarkrin li eyaleta Karolîna ya Bakur a DYE'yê bi polîtîkaya dewletê di navbeyna salên 1929-1974'an de 7600 jin, mêr û zarokên ku temenê wan heta bi 10'an hatine eqîmkirin .Têkilî mijarê di lêkolînê de ev rewş weke qirkirinê hate dîtin.

Hate gotin destwerdana tibî ya navborî bi zorê hatiye kirin, jinên ku gelek zarokên wan hene jî, ji ber ku nebûna rêbaza kontrolê ev rewş qebûl kirine.

Li gorî lêkolînê ku di American Review of Political Economy de weşiyaye, di nav salên 1958-1968'an de bi giştî 2100 kes hatine eqîmkirin.

Nivîskarên lêkolînê bal kişandin ser wê ku polîtîkaya eqîmkirinê wê demê pêk hatiye ku beşê siyahî bêkar in,  ê spî û beşê cihê ên civakê jî her çendî pirsgirêkên wiha jiyabin jî polîtîkayeke wiha li ser wan nehatiye bicihanîn.

Yek ji nivîskarê lêkolînê ji Zanîngeha Dukeyê profesor Wîllîam Darîty Jr. got, ''Ev polîtîkaya eqîmkirinê ya ku li eyaleta Karolîna ya Bakur hatiye bicihanîn qirkirin e.''