Li Kabûlê ji ber du êrîşan 21 kes mirin

Li paytexta Afganîstan Kabûlê ji ber du êrîşan 21 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Afgan, êrîşkarê bi motorsîkletê bombeyên li ser xwe pêçandî li herêma Şaş Darakê teqand.

Rayedaran diyar kirin ku dema rojnamevan ji bo kişandina dîmenê bûyerê li herêmê civiyan êrîşa duyemîn hate kirin.

Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê 21 kes ji ber her du êrîşan mirine.

Ji ber êrîşê 27 kes jî birîndar bûn û tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya hin ji wan giran e.

Di nava mirî û birîndaran de rojnamevan jî hene.