Li Kabûlê êrîş li dijî qereqolan hatin kirin

Li paytexta Afganîstan Kabûlê bi rengekî hevdemî êrîş li qereqolên polîsan hatin kirin.

Li paytext Kabûlê, roja Çarşemê dengê sê teqînan hate bihîstin. Êrîşa destpêkê li ber qereqoleke polîsan a li rojavayê bajêr rû da. Êrîşkarê ku bombe li xwe pêçandibû teqand û piştre dengê çekan hat. Di navbera polîsan û êrîşkaran de şer derket. Di dema êrîşê de dû ji avahiya qereqolê rabû.

Wekî din, du êrîşkaran hewl dan bikevin qereqoleke din a li navenda bajêr û hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wahîd Majrûh diyar kir ku 6 kes birîndar bûne û birîndar rakirine nexweşxaneyên li Kabûlê. Li ser êrîşan heta niha ti bîlanço nehatiye eşkerekirin.

Kesî êrîş li xwe negirtiye, lê belê ev êrîş piştî komkujiya ku DAÎŞ'ê berî hefteyekê li paytext Kabûlê kir, rû da. Di êrîşa hefteya bihurî de herî kêm 25 kes miribûn ku 9 jê rojnamevan bûn.

Paytext Kabûl niha weke herêma herî xetere ya Afganîstanê tê dîtin.

Talîbanê beriya niha bi demeke kin dest bi operasyonên biharê kir û êrîşên xwe yên li dijî hêzên ewlekariyê zêde kir.