Li Kabîlê teqîn: Herî kêm 95 kes birîndar bûn -NÛ BÛ

Li paytexta Afganistan Kabîlê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de herî kêm 95 kes birîndar bûn.

Li paytexta Afganistan Kabîlê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de herî kêm 95 kes birîndar bûn.

Şahidekî bûyerê ji AFP'ê re axivî û got, "Min dengekî bilind ê teqînê bihîst, piştre camên dikana min hilweşiyan."

Şahidekî din jî got, "Gêj bûm, min baş fêhm nekir ku çi qewimî. Lê belê heta kîlometreyekê camên dikanan hilweşiyan."

Berdevkê Wezareta Karên Hundir diyar kir, wesayiteke bombebarkirî li pêşiya qereqola polîsan a li rojavayê Kabîlê teqiya. Berdevk detayên berfireh eşkere nekir.

Ji dîmenên di medya civakî de hatin weşandin piştî teqînê dengê çekan tê bihîstin.

Ji birîndaran 34 jê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.