Li Japonyayê ji ber erdhejê 8 kes mirin

Roja pêncşemê li bakurê Japonyayê bi pileya 6.6 erdhej pêk hatibû. Ji ber erdhejê herî kêm 8 kes mirin.

Hate ragihandin ku piştî erdhejê li gundê Atsuma yê li girava Hokkaido di bin xirbeyên mala hilweşiyayî de 5 term hate derxistin. Televîzyona cemawerî ya NHK ragihand ku di erdhejê de herî kêm 8 kes mirine. 

Di vê erdhejê de ku rê li ber hezaza axê jî vekir, nêzî 40 kes jî winda ne. 

Li gorî şirketa elektrîkê Electric Power ya Hokkaidoyê ji ber erdhejê elektrîka 2.95 milyon malan qut bûye. 

Japonya, ev hefteyek e bi bobelatên xwezayî re têkoşîn dike. Di bahoza Jebi ya du roj berî ku li başûrê welêt pêk hatibû de 11 kes miribûn, balafirgeha navneteweyî ya Kansai di bin avê de mabû. 

Japonya, li devereke ku çar plakayên tektonîk digihên hev cih digire û her sal ji sedî 20 erdhejê herî dijwar ên cîhanê li vir pêk tên. Erdhej û tsûnamiya 11’ê Adara2011’an de hêj jî ji bîr nebûye. Di vê erdheja ku rê li ber bobelata Fûkûşîma a nûkleerî vekirî de 18 hezar 500 kes miribûn.