Li Japonya tofana ‘Jebî’: 6 kes mirin, 90 kes birîndar bûn

Li Japonyaya ku îsal karesatên xwezayî re rû bi rû mayî niha jî bi tofana ‘Jebî’ re rû bi rû ye. Tofan vê sibê girava Shîkakû derbas kir.

Li Japonya tofana herî bi hêz a 25 salên dawî pêk tê, ji ber tofana ‘Jebî’ milyonek mirov hatin tehliyekirin û bi sedan seferên hewayî hatin betalkirin. Ajansa Meteorolojî ya Netewî ya Japonya ragihand ku tofana Jebî ji girava Shîkokû derbas bû û piştre jî gihişt peravên girava Honshû.

Tofanê berê xwe daye bakurê behra Japonya û li cihê ku derbas dibe re wesayît, qemyon li ber xwe dibe û çavkaniyên elektirkê jî îflas kirin e.

Qenala HPM û KBS’ê ragihandin ku ji ber tofanê 6 kes mirîn e û 90 kes jî birîndar bûne. Qenala NHK’ê jî diyar kir ku pîsta birêketina balafiran a Baregeha Kansaî ya Navnetewî dibinê avê de maye û nêzî 3 hezar tûrîst jî li balafirgehê esê mane.

Keştiya petrola ya 2.600 ton jî li rêyên ku diçin balafirehê qelibî.

Rayedaran hişyarî da milyonek mirovan ku cihê xwe biterikînin û li cihekî ya Shîkokû jî leza bayê di seatekê de 208 kîlomtere hate hesabkirin.

Tê payîn ku li herêmên ku barana zêde dibare di seatên pêşiya me de hê bileztir bibare.

700 seferên balafiran hatin betalkirin û hemû seferên tren û ferî yên giravan bihev ve girêdide hatin rawestandin.

Li Osakayê jî elektirk nayê dayîn ji bo 1.6 milyon malan. Şîrketa Toyota jî li 14 fabrîqeyan vardiya şevê rawestand.

Paytexta Japonya Tokyo jî li ser rêya todfana Jebî ye. Tê payîn ku li bajar ba û baraneke zêde bibare.

Tofana Jebî wê piştre berê xwe bide rojhilatê Japonya ku di meha Tîrmehê de ji ber baran û lêhiyê 200 kes lê mirîbûn.