Li Iraqê sibê 24 mîlyon hilbijêr diçin ser sindogan

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê ragihand ku sibê zêdetirî 24 mîlyon hilbijêr wê deng bidin û banga tevlîbûnê li hilbijêran kirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê têkildarî hilbijartinên sibê li tevayî Iraqê bê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hemû amadekariyên ji bo hilbijartinê hatine kirin û ji bo gel di nava aramiyê de dengê xwe bidin hemû tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.

AGAHÎ

Komîsyonê ev agahî parve kir;

“Ji bo hilbijartina parlamentoyê li tevayî Iraqê 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 bendan wê 24 mîlyon û 349 hezar û 357 hilbijêr dengê xwe bidin.

Ji saziyên çapemeniyê yên navnetewî û Iraqî bi fermî 4 hezar rojnamevan dixwazin hilbijartinê bişopînin.

Ji bo parastina ewlehiya hilbijartinê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê ve 74 hezar û 646 çavdêr hatine erkdarkirin, ji aliyê partiyan ve 133 hezar û 415 kes ji bo sindogan hatine erkdarkirin.

Di nava 963 çavderên de ku dixwazin hilbijartinan bişopînin 329 rojnamevan hene.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê banga dengdayînê li gel kir.