Li Iraqê ji bo kontrola vîrusa Koronayê 28414 test hatine kirin

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê ragihand heta niha ji bo tesbîtkirina vîrusê 28414 testên vîrûsa Koronayê ji bo welatiyan hatine çêkirin.

Wezareta Tendirûstiya Iraqê eşkere kir ku xebatên tîmên wan li ser testkirin û çavdêrîkirina welatiyan didomin, heta niha jî 28414 test hatine çêkirin. Her wiha hate eşkere kirin ku li Iraqê 1202 kes bi vîrusê ketine.

Wezareta Tendirûstiya Iraqê ragihand li Iraqê kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dayin bi giştî gihişte 69 kesan, her wiha 452 kes jî ji vîrûsê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tendirûstiya Iraqê bal kişand li ser tedbîrên tendirûstiyê ku daxwaz ji welatiyan dike ji malên xwe dernekevin, bi tedbîran ve girêdayî bin û pêk bînin.