Li Iraqê greva du rojan a mamosteyan dest pê kir!

Li gelek herêmên Iraqê, ji bo başkirian şert û mercên kar û perwerdeyê yên mamosteyan, greva ji bo du rojan dest pê kir.

Mamoste li Bexda, Basra, Dîwaniye, Anbar, Zîkar, Necef, Diyala, Kerkûk û gelek herêmên din ketin grevê.

Grev bi banga Sendîkaya Mamosteyan pêk tê û mamoste ji hikumetê dixwazin ku bersiv ji daxwazên wan re bê dayin.

Di daxuyaniya sendîkayê de hate ragihandin, reforma mufredatê rê li ber paşdemayina perwerdeyê dike, bandor li mamoste û xwendekaran dike û hate gotin, ev yek sedema bingehîn a grevê ye.

Sendîkayê xwest, mafên wezîfedarên dewletê û lojman ji mamosteyan re jî bên dayin.

Ji endamên sendîkayê Yasîn Mûhammed got, "Mamoste dixwazin di nava şert û mercên baş de li avahiyên dibistanê perwerdeyê bikin. Bi sedan dibistanên ji kerpîçan hatine çêkirin hene. Her wiha ji ber nebûna avahiyan li hin dibistanan perwerdeya bi sê alî tê kirin. Ev jî bandorê li perwerdeya xwendekaran dike."

Li Iraqê, berî çend mehan li dijî derengxistina dayina mûçeyên mamosteyan û kêmkirina mûçeyan çalakî hatibûn lidarxistin.