Li Iraqê cara pêşî ye cezayê îdamê li efserekî hate birîn

Li Iraqê dadgehekê cara pêşî ye ku cezayê îdamê li efserekî polîs hate birîn, ku efser bi kuştina çalakgeran tê sûcdarkirin.

Ev mehkûmetiya destpêkê du meh piştî destpêkirina çalakiyên şermezarkirinê hate wergirtin.

Dadgeha Ceza ya bajarê Kûtê ya li başûrê Bexdayê ye, efserekî polîsan bi kuştina çalakgeran sûcdar dît û ji bo bê darvekirin cezayê îdamê lê birî. Li albayekî jî heft sal ceza hate birîn.

Li van her du kesan piştî giliyê malbatên du kesên 2'ê Mijdarê li bajarê Kûtê hatin kuştin doz hate vekirin.

Ji 1'ê Cotmehê û vir ve li Iraqê di dema xwepêşandanên li dijî hikumetê de zêdeyî 420 kes hatin kuştin. Di encama çalakiyan de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî îstifa kir.