Li Iraqê 66 kesên din bi nexweşiya Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 66 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine û kesek jî miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê 2854 testên nû hatine kirin û heta niha bi giştî testa 98253 kesan hatiye çêkirin. Her wiha 66 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nava 24 saetên dawî de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 59 nexweş jî baş bûne. Di heman demê hejmara giştî ya kesên bi nexweşiyê ketine jî bûye 2219 kes. Hejmara giştî yên jiyana xwe ji dest dane 95 kes e û yên baş bûne jî gihîşte 1473 kesan.