Li Idlibê 6 ji wan fermande, 15 çeteyên HTŞ’ê hatin kuştin-NÛ BÛ

Li Rojavayê Idlibê êrîşeke ya bi dronan li ser çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku di civînê de bûn pêk hat.

Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê li gundê Cakara ya herêma Selkîn a Rojavayê Idlibê “civîna cîhadîstan” bû armanca êrîşa dronan.

Di êrîşa bi dronan ya ku nehat zanîn bê ka ayîdê kîjan hêzê ye, 6 ji wan fermande bi giştî 15 çete hatin kuştin.

Di malpera Rewnagehê de di nûçeya ku dispêre çavkaniyên cihê baweriyê de hatiye gotin ku dron ayîdê Koalîsyona Navnetewî ne.

Li gorî hin çavkaniyan jî di êrîşê de tevî çeteyên HTŞ’ê, çeteyên Tugaya Çeçen jî hatî armanckirin. Heya niha kesî êrîş negirtî ser xwe. Encax pêkhatina wê êrîşê piştî ku li Fransayê serê Mamoste Samûel Paty ji aliyê kesekî Çeçenî ve hat birîn û qetilkirin, bal dikişîne.