Li Hûdeydeyê di nav du rojan de zêdetirî 50 kes mirin

Li bajarê peravî yê Hûdeyde yê Yemenê di nava du rojên dawî de sîvîl jî di nav de zêdetirî 50 kes mirin.

Operasyonên hikumetê yên bi piştevaniya koalîsyona Ereb ku Erebistana Sûûdî pêşengiya wê dike ya li dijî Hûdeydeyê didome. Li hemberî vê milîsên Hûsî yên şîa jî ji bo asûna xwe ya parastinê xurt bikin, bi dehan bend û senger kolane. Her wiha hate ragihandin ku Hûsiyan bendên ji betonê li ser riyan danîne.

Ji aliyekî ve milîs berê xwe didin herêmê, ji aliyê dîtir ve, hêzên hikumetê jî ji bo operasyonê leşkeran dişînin.

Di van demên ku amadekariyên leşkerî zêde bûyî de, qasidê Neteweyên Yekbûyî (NY)’ê Martîn Grîffîths, ji bo parastina Hûdeyde û peravê bi daxwaza agirbestê roja Duşemê çû serdana paytext Sanayê. Sana, niha di bin serweriya Hûsiyan de ye.

Hate ragihandin ku roja Duşemê di êrîşa hewanê ya li hemberî başûrê bajêr de 43 milîsên Hûsiyî hatine kuştin. Êrîş li hemberî sê bajarên li başûrê Hûdeydeyê Zabid, El Tûheta û Beyt El Fakihê pêk hatine. Di van êrîşan de sê sivîlan jiyana xwe ji dest daye, çar sivîl jî birîndar bûne.

Ji 13’ê Hezîranê heta niha di operasyonên li hemberî Hûdeydeyê zêde bûne de 11 sivîl jî tê de 483 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li derdorê Hûdeydeyê nêzî 600 hezar kes dijî. Niştecihên bajêr niha li benda alîkariya mirovî ne. Li gorî NY’ê niha pêwîstiya 22 mîlyon Yemeniyan bi alîkariyê heye.