Li Hindistanê vîrûsa Nipahê hate tespîtkirin
Li Hindistanê hate tespîtkirin ku vîrûsa Nîpahê bi xwendekarekî zanîngehê ketiye. Ji ber vîrûsê sala derbasbûyî li eyaleta Keralayê 17 kes miribûn.
Li Hindistanê hate tespîtkirin ku vîrûsa Nîpahê bi xwendekarekî zanîngehê ketiye. Ji ber vîrûsê sala derbasbûyî li eyaleta Keralayê 17 kes miribûn.
Rayedarên tenduristiyê yên eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê diyar kirin, xwendekarê 23 salî ji ber germa bedena wî zêde bû rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî hatiye kontrolkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Eyaletê ragihand, nêzî 90 kesên ku xwendekar di nava du hefteyan de têkilî bi wan re daniye, di bin çavdêriyê de ne. Yek ji wan kesan xistin karantînayê.
Vîrûsa Nîpahê ku di asta 40 heta 75 ji sedî kujer e, ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ve di asta Ebola û Zîka de weke nexweşiyeke ku divê bê kontrolkirin tê dîtin.
Gulana meha derbasbûyî li eyaletê 17 kes ji ber vîrûsa Nîpahê jiyana xwe ji dest dabûn.