Li Hîndîstanê pir hilweşiya, gelek kes mirin

Li bajarê pîroz ê Hîndîstanê li Varanasî, pireke ku hê dihate çêkirin hilweşiya. Gelek kes mirin, zêdeyî 50 kes di bin xirbeyên pirê de man.

Li bajarê Varanasî yê li eyaleta Ûttar Pradeşê ku ji bo Hîndûyan cihekî pîroz e, roja 15'ê Gulanê pireke ku dihate çêkirin hilweşiya. Li gorî AFP'ê herî kêm 12 kes mirin, zêdeyî 50 kes jî di bin xirbeyên pirê de man.

Li gorî hin çavkaniyan 18 kes mirine. Karkerên li înşaeta pirê dixebitîn û şêniyên bajêr hewl didin mirovên di bin xirbe de mane rizgar bikin.

Serokwezîr Narendra Modî ji ber bûyerê sersaxî xwest.

Rêveberê Ûttar Pradeş Yogî Adîtyanath jî diyar kir ku wê karê ji bo rizgarkirina mirovan zêde bikin.