Li Hindistanê jina ciwan a dest hate avêtinê, hate şewitandin

Li Eyaleta Jharkhand a Hidistanê jina ciwan a 17 salî piştî ku dest hate avêtinê û şûnde hate şewitandin.

Rêveberan anîn ziman ku jina ciwan rewşa wê giran e. Têkildarî êrîşê kesek hatiye destgîrkirin. Jina ciwan a 17 salî  ku ji sedî 95’ê laşê wê şewitiye, li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Şefê polîsan Shaîlendra Barnwal ê ji BBC’yê re axivî wiha got: “Êrîşkar aniye ziman ku dixwaze pevjîn bike, lê keçê aniye ziman ku hê ne amade ye.” Êrîşkar li semta Pakûr li mala xizmekî xwe roja Înê êrîşî jina ciwan kiriye. Çavkaniyên polîsan diyar kirin ku êrîşkar dema zanî ku  jina ciwan a li malê bi tenê maye, derbasî malê bûye û dest avêtiye wê û piştre jî ew şewitandiye. Cîranên ku bi dengê qêrîna wê hesiyan, rakirine nexweşxaneyê.