Li Hindistanê ji ber lehiyê bi dehan kes mirin

Rayedarên Hindistanê ragihandin ku li sê eyaletan derdora 70 kes ji ber lehiyê mirine.

Lehiyê herî zêde bandor li eyaletên rojavayê Gujarat û başûrê Andhra Pradesh û Telanganayê kir.

Di du rojên dawî de li Telangana 16 û li Andhra Pradesh jî 9 kes mirin, li Gujaratê ji hefteya borî heta niha 45 kes mirin.

Leşkerên artêşa Hindistanê ji 27’ê Tebaxê ve li Gujaratê ya ji ber lehiyê wêran bûye, hatin bicihkirin.

Hat diyarkirin ku leşker û komên taybet ji bo alîkarî û rizgarkirinê 24 saetan dixebitin

Li Hindistanê her sal baran rê li ber zirarek mezin vedike. Li gorî zanistan, guherîna avhewayê şêwazên hewayê diguherîne û ev jî dihêle ku hejmara karesat zêde bibe.

Li eyaleta Trîpûra ya bakurê rojhilat jî di meha Tebaxê de ji ber lehî û hezîna erdê zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Herî kêm 40 kes di lehiya ku di heman demê de li Bengladeşê qewimî de mirin û nêzî 300,000 kes jî bi lezgînî veguheztibûn stargehan.