Li Hindîstanê ecacok: Kesên ku mirin bûne 125

Ecacoka ku li bakurê Hindistanê rabû û şertên ne baş ên hewayê kir ku 125 kes bimirin.

Li eyaleta Uttar Pradeşê ya li bakur 73 kes, li Rajasthanê ya rojavayê bakur 36 kes û li Pencapê 2 kes mirin.

Di bûyereke din de jî birûskê li zarokê 14 salî Andra Pradeş da. Rayedaran gotin li vê eyalete 41 hezar caran birûsk ketiye.

Leza ecacokê di saetekê de giha 130 kîlometre yî. Di ecacokê de dar ji qurm rabûn, dîrekên elektrîkê ketin û dîwarên gelek xaniyan hilweşiyan.

Li qada Bharratpurê ya bakurê Rajasthanê hezar dîrekên elektrîkê ketin û elektrîka beşekî mezin çû. Tê gotin bi rojan encex rewş normal bibe.

Li Hîndîstanê her salên bûyerên wiha yên sirûştî çêdibin lê van salên dawî cara pêşî ye ku wiha rê li ber mirinên zêde vekiriye.

Meterolojiyê diyar kir ku di nav 48 saetan de dibe ku dîsa ecacok rabe. Rayedaran bang li welatiyan kirin ku baldar bin û dernekevin derve. Li Hindîstanê ji ber sedema zêdebûna germê mirov piranî li derve dimînin.