Li Hîndîstanê ji ber ecacokê herî kêm 77 kes mirin
Li bakurê Hîndîstanê ji ber ecacokê herî kêm 77 kes mirin, 143 kes jî birîndar bûn.
Li bakurê Hîndîstanê ji ber ecacokê herî kêm 77 kes mirin, 143 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Hîntî, ecacokê herî zêde tesîr li eyaletên Ûttar Pradeş û Rajasthan kiriye. Li Ûttar Paradeşê 46, li Rajasthanê jî 31 kes mirin.
Tê gotin, ji ber ecacokê gelek dar û dîwar qelibîne û piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane di binê dar û dîwêr de mane.