Li Hindistanê avahî hilweşiya: Herî kêm 10 kes mirin

Li nêzî bajarê Bombay ê Hindistanê avahiyek hilweşiya. Ji binê xirbeyê avahiyê cenazeyên 10 kesan hatin derxistin. Hîn jî bi dehan kes asê mane.

Avahî 21'ê Îlonê berbanga sibehê hilweşiya. Li gorî rayedaran, avahî ji ber barana rojên dawî qels bûbû, lewma hilweşiya.

Ji binê xirbeyê avahiya ji sê qatî cenazeyên 10 kesan hate derxistin. Tê texmînkirin ku herî kêm 25 kes di binê xirbe de asê mane.

Bûyer li bajarê Bhîwandî yê li cîranê Bombayê qewimî. Di bûyerê de 19 kes bi saxî ji binê xirbe hatin derxfistin ku du ji wan zarok in.

Nêzî 40 kesên ji tîma rizgarkirinê hewl didin kesên li avahiyê asê mane rizgar bikin.

Sedema hilweşîna avahiyê hîn baş nehatiye hînbûn. Lê belê bûyerên bi vî rengî di dema barana mûsonê de ku navbera mehên Hezîran û Îlonê li Hindistanê dibare, zêde dibin.