Li Hîndistan û Pakistanê ji ber bahozê 60 kes mirin

Li rojavayê Hîndistanê ji ber bahozê herî kêm 35 kes mirin. Li welatê cîran Pakistanê jî 25 kes mirin.

Li eyaletên Gujarat, Rajasthan û Madhya Pradeş ên Hîndistanê roja Sêşemê bayekî dijwar rabû. Ji ber bahozê dîwar hilweşiyan, dar û dîrekên elektrîkê ji şûna xwe rabûn.

Li Rajasthanê herî kêm 10 kes, li Gujaratê 10 kes mirin. Li gorî medya Hîndistanê li eyaleta Madhya Pradeşê 15 kes mirin.

Li paytext Delhî ya Nû jî ji ber bahozê gelek partiyên siyasî xwepêşandanên xwe yên ji bo hilbijartina giştî betal kirin. Tûra duyemîn a hilbijartinê ku ji heft qonaxan pêk tê, wê roja Pêncşemê pêk were.

Li Pakîstanê jî di nava hefteyekê de herî kêm 25 kes ji ber bahozê mirin.