Li herêmê aloziya dîplomatîk: Têkiliyên bi Qatarê re hatin birîn

Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Emaretên Ereb ên Yekbûyî, bi hinceta ku bê aramiya li herêmê mezin dike, dan xuyakirin ku wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Qatarê re birîne.

Ajansa dewletê ya Erebîstana Siûdî SPA ragrihand, sînorê bi Qatarê re hatine girtin û rêyên bejahî, deryayî û hewayî yên bi vî welatî re hatine birîn. Rêveberiya Siûdî ji dîplomatên li Qatarê xwes, di nva 48 saetan de welêt biterikînin.

Welatên kendavê, Qatarê sûcdar dikin ku piştgiriyê dide rêxistinên mîna Biratiya Misilman.  Wekî din, bi hinceta ku li Yemenê piştgiriyê dide terorîzmê, biryar hate dayin ku Qatar ji nava koalîsyona navneteweyî were derxistin.

Misrê jî ragihand, ku wan hemû rêyênx we yên deryayî û hewayî li Qatarê girtine. Emaretên Ereb ên Yekbûyî jî diyar kir, ji bo dîplomatên ji Qatarê welêt biterikînin, wan 48 saet dem dane.

Rêveberiya Qatarê, tevî Tirkiyeyê piştgiriya çekan û madî dide komên çete yên li Sûriye û gelemperiya herêmê tevdigerin.