Li Hennebontê ‘ji bo cîhaneke xweş’ meşiyan

Li Hennebont a Fransayê bi wesîleya roja Şemiyê ya Aşitiya Navnetewî 19’ê Îlonê çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Hennebont li Parka Aşitiyê çalakiyek hate lidar xistin.

Gelek saziyan piştgirî dan çalakiya li departmana Morbîhan a li dijî bêçekbûna nûkleer û avhewayê, mafên mirovan, edaleta civakî û bi aşitiyê re.

Kurdistanî li bajarê Lorîentê jî tevlî çalakiyê bûn, hewildana dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, qetlîamên sivîlan ên dewleta Tirk û li dijî girtina rêveberên HDP’ê, ji bo tevlîbûyan agahdar bikin bi Fransî belavok hatin belavkirin.

Kesên tevlî çalakiya aşitiyê bûyîn, heta ber avahiya Şaredariya Hennebontê li ber muzîkê meşiyan. Li ber avahiya Şaredariya Hennebontê jî mitîngek lidarxistin. Di mitîngê de peyama, “Ji bo cîhanek bê jiyîn, ji bo cîhanek bê kedxwarî û ji bo cîhanek bê şer em hemû bi hev re têbikoşin” dan.

Li bajarê Lorîentê Kurdistanî, Hewldana Aşitiyê ya Morbîhan, CIMADE, ATTAC, AFPS, FSU, CGT û PCF bi reng û peyamên xwe piştgirî dan çalakiyê.