Li hemşîrekî Elman cezayê heta bi hetayê hate birîn

Edaleta Elman hemşîrek ji kuştina 85 kesan sûcdar dît û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê birî.

Hemşîr Niels Hogel ê 42 salî li dadgeha Oldenburgê hate darizandin. Hemşîre sûcdar hate dîtin ku di navbera salên 2000 û 2005'an de li nexweşxaneyê lê dixebitî bi enjeksiyonên dermanan nexweş kuştiye.

Polîs bi guman e ku Hogel nêzî 200 kes kuştiye. Lê belê ji ber ku beşeke mezin a cenazeyan piştre ji aliyê xizmên wan ve hatin şewitandin, nepêkane ku bê tespîtkirin ku hatine kuştin.

Dadgehê hemşîr sûcdar dît ku 85 kes kuştiye û ew mehkûm kir.