Li Hambûrgê mîtînga ‘pêkanîna azadiyê’

Ji bo xwedîlêderketina pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne; azadiyê pêk bîne’ li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Ji bo xwedîlêderketina pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne; azadiyê pêk bîne’ li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

NCDK a Hambûrgê, Meclîsa Jinan a Rojbînê, AGÎF, ADHK, ATÎK, KKP tevlî çalakiya li pêşiya Navenda Çandê ya Rote Floreyê bûn.

Leyla Kaya li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê belavokek xwend û diyar kir ku esareta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esareta li ser gelekî ye û wê jinên Kurd tu carî vê esaretê qebûl nekin.

Komên antîfaşîst ên Elman jî axivîn û diyar kirin ku fikr û ramanên Ocalan ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû şoreşgerên cîhanê dibe îlham.