Li Haîtiyê berê lehî rabû piştre jî erd hejiya

Li Haîtiyê berê lehî rabû piştre jî erd hejiya. Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Enstîtuya Jeofîzîk a Emerîkayê li gorî saeta herêmî saet di 05.00’an de 9 kîlomtre dûrî peravên rojavayê welat bi şîddeta 4,9 erd hejiyaye.

Di erdhejê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ji taxeke hejar in.

Di Tebaxa 2021’an de jî erdheja bi şîddeta 7,2 pêk hatibû û 2200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 130 hezar xanî hilweşiyabûn.

Di sala 2010’an de jî di erdhejê de 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 1,5 milyon kes jî bê mal mabûn.

Hefteya borî lehiyê jî li welat da. Herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes winda bûn û 140 kes jî birîndar bûn.