Li gorî sefîrê DYA’yê Golan ‘heta hetayê’ wê ya Îsraîlê be

Sefîrê DYA’yê yê Îsraîlê Davîd Frîedman diyar kir ku Girên Golanê yên ku Îsraîlê dagir kiriye, ew ê ‘heta hetayê’ di bin serweriya Îsraîlê de be.

Îsraîlê di 1967’an de beşeke zêde ya Girên Golanê yên li Sûriyeyê dagir kiribû û di sala 1981’an de anîbû ser navê xwe. Vê rewşa Golanê tu carî ji aliyê civaka navneteweyî nehate qebûlkirin lê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê jî tu gav nehatin avêtin.

Sefîrê DYA’yê yê Îsraîlê Davîd Frîedman ji rojnameya Hayom a li Îsraîlê re axivî û got, “Ez nikarim bînim pêş çavên xwe ku Golan heta hetayê ne ya Îsraîlê be. Ez ji rewşeke wisa bawer nakim ku Golan dîsa li Sûriyeyê were vegerandin.”

Frîedman diyar kir ku Beşar El Esad diyariyeke wisa heq nake û bal kişand ser vî tiştî ku ew li bendê ne, statukoya heyî bidome.

Frîedman diyar kir ku, Serokê DYA’yê Donald Trûmp gotibû ku belkî rojekê em Golanê wekî ku axeke Îsraîlê be qebûl bikin.

Şêwirmendê Ewlekariyê yê Neteweyî yê DYA’yê John Bolton di meha Tebaxê de çûbû serdana Îsraîlê û diyar kiribû ku naskirina Golanê a niha ne di rojeva wan de ye.