Li gorî Kûshner divê gelê Filîstînê xwe bi rê ve bibe

Zava û şêwirmendê Serokê DYE’yê Donald Trûmp Jared Kûshner diyar kir ku mafê gelê Filîstînê heye ku qedera xwe diyar bikin lê di warê xwerêvebirinê de bi guman tevdigere.

Kûshner ê ku Trûmp ji bo çareseriya krîza Filîstîn û Îsraîlê ew peywirdar kiriye, di kanala televîzyonê de ya bi navê HBO’yê de axivî.

Kûshner diyar kir ku mafê gelê Filîstînê heye ku qedera xwe diyar bikin lê diyar nekir ku wê ‘planên aştiyê’ kîngê werin eşkerekirin.

Kûshner ji bo pirsa gelo gelê Filîstînî bêyî Îsraîlê dikare xwe bi rê ve bibe jî got ku “Divê em li ser vê pirsê bisekinin. Em hêvîdar in ku di demên pêş de karibin xwe bi rê ve bibin.”

Li gorî Kûshner beriya pêşketina herêmên Filîstînê pêdivî bi ‘pergala darizandinê ya adilane, çapemeniya azad û azadiya xweîfadekirinê’ heye.

Kûshner û peywirdarê taybet ê rêveberiya DYE’yê Jason Greenblatt du sal in li ser ‘plana aştiyê’ dixebitin. Li gorî Trûmp ev ‘peymana sedsalê ye.’

Tê îddîakirin, piştî biryara dubarekirina hilbijartina li Îsraîlê, pêkhatina vê planê dibe ku dijwartir be.

Piştî ku Qudûs wekî paytexta Îsraîlê hate naskirin û DYE’yê balyozxaneya xwe bir Qudûsê, gelê Filîstînê hevdîtinên bi ekîba Trûmp red dikin.

Wê Filîstînî tevlî konferansa aboriyê jî nebe ya ku wê meha pêş li Bahreynê were lidarxistin û ew ê veberhênanên li ser Xeta Xezayê û Şerîaya Rojava werin nîqaşkirin. Tê payîn ku Kûshner di konferansê de qala aliyê ekonomîk ê plana aştiyê bike.