Li gorî Şamê di mijara Komîteya Destûra Bingehîn de pêşketin heye

Wezareta Têkiliyên Karê Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di mijara avakirina Komîteya Destûra Bingehîn a piştî şer de ‘pêşketinên mezin’ hene.

Erkdarê taybet ê Netewên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen piştî ku serdana Şamê kir bi Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Sûriyeyê Velîd MûallÎm re civiya.

Piştî hevdîtinê ji Wezareta Têkiliyên Karê Derve daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin; “Ji bo gotûbêjkirina Destûra Bingehîn, di lihevkirina komîteyê de pêşketinên mezin hene.”

Dîplomatê Swêdî Geîr Pedersen roja Sêşemê dest bi serdanan kiribû û ji bo vekirina deriyan qala Komîteya Desûra Bingehîn kiribû û gotibû di mijara peşketina pêvajoya siyasî de bi hêviye.

Heta roja me ya îro hemû hewldanên çareseriyê yên bi pêşengiya NY serneketin. Li gorî plana NY divê Komîteya Destûra Bingehîn ji 150 endaman pêk were. Ji van 50’î ji aliyê rejîmê ve, 50’î ji aliyê muxalefetê ve û 50’î yên din ên mayî jî ji aliyê balyozên NY ve werin diyarkirin. Lê aliyê muxalefetê tam ne diyare. Di pêvjoyên beriya niha de komên ku weke muxalefet dihatin nîşandain di nava Sûriyeyê de tu bandoriyekî wan nemaye.

Çavkaniyên ku ji rojnameya El Watan a girêdayî rejîmê re axivîn diyar kirin ku lîsteya ku ji aliyê Pedersen ve hatî pêşkêş kirin, di rewşa ku ji aliyê Şam’ê ve were qebûlkirin wê komîte serê meha Îlonê dest bi kar bike.