Li gorî Îsraîlê serokê Izzeddîn El Kassamê hatiye kuştin

Artêşa Îsraîlê roja Îniyê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku nîşaneyên zêde hene ku serokê baskê çekdarî yê Hamasê Muhammed Deîf di encama êrîşa hefteya borî ya li ser Şerîda Xezeyê de hatiye kuştin.

Li gorî Hamasê  heftaya borî kampa El- Mevasîyê ku herêm ji aliyê Îsraîlê ve weke ‘’herêma mirovî’’ hatibû îlankirin, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hedef hatiye girtin û di encama hedefgirtinê de 92 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari roja Înê di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Hejmara nîşaneyên ku Muhammed Deif bi awayekî serkeftî hatiye kuştin, her ku diçe zêde dibin.’’

Her wiha Hagari ev yek jî anîn ziman: ‘’Hamas aqûbeta Deif vedişêre. Em têkildarî vê bûyerê lêkolînên xwe bikin û rastiya bûyerê eşkere bikin.’’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî Wezareta Tenduristiyê jî ji 7’ê Cotmehê heya niha di şerê Îsraîl û Hamasê de gelek jê zarok 38 hezar û 848 kes ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.