Li gelek bajarên DYE'yê nîjadperestî hate şermezarkirin

Kuştina George Floyd li bajarê Mînneapolîsê yê DYE'yê, li dehan bajarî û ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi xwepêşandanan hate şermezarkirin.

Kuştina George Floyd a ji hêla polîsan ve, li Washîngton, Phîladelphîa, New Yorkê ji hêla deh hezaran kesî ve hate şermezarkirin.

Di çalakiyan de nîjadperestî û tundiya polîsan hate destnîşankirin û ji bo bîranîna Floyd bîranînek hate lidarxistin.

Girse di dema çalakiyan de kabên xwe datanîn erdê û kuçeyên paytexta Emerîkayê Washîngtonê tije kir. Li Atlantanyê jî li dora peykerê Martîn Luther Kîng Emerîkiyan çalakî kirin.

Piştî kuştina Floyd bi dehan kolektîf li ser medayaya sosyal bang kir û kuçeyên Washîngtonê hatin tijekirin.

Li ser sîxên hesinî yên li dora mala Serokê DYE'yê Donald Trûmp posterên siyaniyan ku van salên dawî ji hêla polîsan ve hatibûne kuştin, hate daleqandin.

Duh li ber mala Floyd bîranînek hate kirin. Floyd, 9'ê Heziranê li Houstonê wê were veşartin.