Li Fransayê zêdeyî 100 saziyên medyayê piştgirî dan Charlîe Hebdo

Piştî El Qaîdeyê careke din gef li kovara henekan a Fransayê Charlîe Hebdo xwar, zêdeyî 100 saziyên medyayê bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan kovarê.

Ji bo piştgiriya bi Charlîe Hebdo re zêdeyî 100 saziyên medyayê ji bo parastina mafê axaftin, nivîsandin û xêzkirinê ya bi rengekî azad, bangeke hevpar kirin.

Di dema doza komkujiya Charlîe Hebdo de gef hate xwarin. Doz wê heta 10'ê Mijdarê dewam bike. Di 7'ê Çileya 2015'an de li dijî Charlîe Hebdo êriş hatibû kirin û di encama komkujiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Midûra çavkaniyên mirovî ya kovarê Marîka Bret destpêka hefteyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber gefên giran ew neçar maye ji mala xwe derkeve.

Le Monde, Le Fîgaro, L'Humanite, Liberation, L'Expresse, Marianne jî di nav de bi dehan saziyên medyayê heta niha ti carî bi vî rengî bi yekdengî xitabî raya giştî nekiribûn. Banga navborî li malpera înternetê ya hemû saziyên medyayê yên mohra xwe danîn binî weke nûçeya destpêkê hate weşandin.