Li Fransayê sendîkayên karker û xwendekaran daketin qadan

Di serî de li Parîs a paytexta Fransayê bi hezaran kes li ser banga sendîkayên karkeran, ji ber derxistina kar a bi hênceta Covîd-19, protesto kirin. Torên veguhestina giştî jî ketin grevê.

Li Parîsê piştî destpêkirina pêvajoya perwerdê yekem car karkeran çalakî lidar xistin. Sendîkayên Karkeran CGT, Solîdaîres, FSU û rêxistinên xwendekarên amadeyî û zanîngehê Fîdl, MNL, Unef û UNL, li dijî derxistina ji kar, ji qada Republîque hetanî Natîon meşiyan. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Serokê CGT’ê Phîlîppe Martînez axivî û got: “Hêrs mezin e û heman demê welat tengezar bûye. Pirsgirêkên tendirûstiyê giran diçe, nimûne rewşa li dibistanan binêrîn, her roj refên nû tên girtin. Malbat tev rawestiyane. Bi bêkariya dem dirêj a bi şertên reqabetan her ku diçe re li ser hemû karan tundî çêdibe.”

Sekreterê Giştî yê FSU’yê Benoît Teste diyar kir, ji xwe mirov di vê sala nû ya perwerê de, ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê westayîne.

Heman demê di meşê de daxwazên weke bilindkirina bacê, sererastkirina demên kar û bilindkirina baca kesên teqawîdbûyî hate kirin.

Li gelek bajarên weke Lîlle, Marsîlya, Montpellîer, Lyon û bi dehan bajarên din ên Fransayê jî çalakî hatin lidarxistin.

Heman rojê li herêma Parîsê tora veguhestina giştî RATP û çêkerên rêyên hêsin SNDF jî ketin grevê.