Li Fransayê partiyên rastgir ên tundrew geş dbin

Li gorî ankêta dawî ya li Fransayê ya piştî çalakiyên Qutikzeran partiyên radîkal ên rastgir û alîgirên 'serweriya netewî' geş dibin.

Bi çalakiyên Qutikzeran ên ku ji 17'ê Mijdarê û wr ve didomin îmaja 'desthilata dewlemendan' a li ser Emmanuel Macron û partiya wî LREM li nav gel bêhtir tê qebûlkirin. Nav heftiyê li Strasobûrgê piştî kesekî ku tê texmînkirin endamê DAÎŞ'ê ye 4 kes kuştin di nav rastgirên radîkal de zemîna propagandayê geş dibe.

PARTIYÊN RASTGIR DIBINE PARTIYÊN SEREKE

Di rewşeke wiha de ku popularîteya Macron 20 ji 100'î kêm bûye ankêtek hate kirin û li gorî vê heke îro hilbijartinek bibe hikûmet û partiyên navendî wê şikestineke giran bixwin.
Li gorî ankêta ku şîrketa Ifopê ku beriya hilbijartina Gulanê ya Parlamentoya Ewropayê kirî, partiya radîkal a rastgir a bi pêşengiya Yekîtiya Netewî (RN) 24 ji 100'î distîne û LREM ya Macron 18 ji 100'î.

Komarparêz ku ji 1958'an ve nêzî 40 salî li ser desthilatdariyê man jî tenê 11 ji 100'î dengan distîne. Fransa Sernetewîn a bi lîdertiya Jean-Luc Mêlenchon 9 ji 100'î, Partiya Keskan û Ekolojiyê ya Ewropayê 8,5 ji 100'î, Partiya Sosyalîst 4,5 ji 100'î distîne. Tevahiya partiyên çepgir jî 25 ji 100'î distînin.