Li Fransayê partiya desthilat li hev ket: Li Meclîsê koma 10. hat avakirin

Li Fransayê partiya giştî ya Emmanuel Macron LREM, bi avabûna koma 10. Ya li Meclîsê 7 parlementerên din winda kir.

Li Meclîsa Netewî ya Fransayê komok nû ya bi navê “Agir Ensemble” ava bû. Ji partiya Macron 7 parlementer tevlî koma nû bûn. Li gorî vê hejmara kûrsiyên LREM’ê dakete 281 kûrsiyan.

Koma ku xwe weke “ruhek afrêner” bi nav dike, bi giştî ji 17 parlementeran pêk tê. Ji Komara 5’emîn ve cara yekeme meclîs ev qas ji komên zêde pêktê.

10 endamên din yê komê jî, ji koma çepa navendî ya dibin rêveberiya Jean-Christophe Lagarde ya UDI-Agir transfer bûne. Koma Agir Ensamble dixwaze xwe weke lingek yê partiya giştî bibîne.

Ji berî vê hefteyekê di bin serkêşiya Matthieu Orphelîn de koma 9’emîn hatibû avakirin. Pêkhateya ji 17 parlementeran pêk dihat jî 7 parlementer ji LREM’ê girtibû. Koma bi navê “Ecologîe Dêmocratîe Solîdaridê”, xwe weke bê alî daye diyar kirin.

Bi avabûna koma 9’emîn, LREM’ê giştîbûna xwe ya mutlaq winda kiribû.