Li Fransayê nêzî milyonek mirov daketin qadan

Li Fransayê, karker û kedkar li dijî reforma teqawîtiyê careke din daketin qadan.

Sendîkayan roja Sêşemê di asta neteweyî de li dijî reforma teqawîtiyê çalakiya xwe ya 14'emîn pêk anîn.

Li hemberî reforma hikumeta Emmanûel Macron ku temenê teqawîtiyê ji 62 dike 64 salî, çalakî hatin lidarxistin. Li gorî sendîkaya CGT li tevahiya welêt nêzî 900 hezar kes tevlî çalakiyan bûn.

Li gorî sendîkayê tenê li Parîsê 300 hezar kes daketin qadan. Polîsan îdîa kirin ku 31 hezar kes tevlî çalakiyan bûne.

Li dijî çalakiyên karker û kedkaran li tevahiya welêt 11 hezar polîs û jenderme hatin bikaranîn. Li hin bajaran di navbera polîsan û çalakgeran de şer qewimî.

Serokê sendîkaya CFDT Laûrent Berger got, "Em bixwazin, nexwazin jî maç li ber qedandinê ye."

Berger bang li sendîkayan kir ku li ser mijarên cuda yên mîna mûçe û şert û mercên kar, giraniyê bidin ser hevsengiya hêzê.

Rêvebera sendîkaya CGT Sophîe Bînet jî got, "Em danûstandineke rasteqîn dixwazin" û destnîşan kir ku mafê teqawîtiYê wê weke têkoşînekê her tim bimîne.

Bînet anî ziman ku yekîtiya sendîkayan wê dewam bike û got, "Dema ku mirov hêrsa li welêt li ber çavan bigire wê bê dîtin ku çalakiyên cuda dikarin bêne lidarxistin."