Li Fransayê li dij  polîtîkayên Macron çalakiya cara 12'an

Li Fransayê kedkarên ku li dijî polîtîkayên Serokkomar Emmanuel Macron û hikûmeta wî dertên, îro cara 12'an wê grêvê bikin.

Bi mebesta parastina mafê kedkar û bi milyonan bêkaran îro li tevahiya welêt wê grêv û çalakî werin kirin.

Gelek sendîka, di serî de yên di sektora gihandina bi rêya trênê û navbajêr, bi rexneya ku hikûmet bi polîtîkayên xwe li Fransayê 'modêla dewleta sosyal' ji holê radike, biryara grêvê standibûn. Tê payin ji ber sedema grêvê seferên trênê pir kêm bibin û her wiha di gihandina nav bajêr de jî problem çêbibin.
Plansazî ew e ku bi çarçoweya roja çalakiyê li 200 bajarî çalakî werin kirin û sendîka li bendê ne ku bi sed hezaran kes tevlî çalakiyê bibin.

Li gel gihandinê, tê payin ku li gelek bajaran xizmetên kantîn û her wekî dî asteng bibin û her wiha ji ber ku xwendekar û mamoste jî wê tevlê bibin, tê gotin gelek ders jî wê betal bibin.