Li Fransayê îdîaya vala derxsitina êrîşa Îranê

Li Fransayê Konseya Berxwedana Netewî ya Îranê (CNRI) ya girêdayî Mucahîtên Gel îdîa kir ku êrîşeke bombeyî ya rejîma Îranê vala hatiye derxistin. Li Belçîka, Elmanya û Fransayê gelek kes hatin destgîrkirin.

CNRI îdîa kir ku rejîma Îranê plan dikir li dijî mîtînga mezin a ku her sal li Vîllepînt a herêma Parîsê tê lidarxistin, êrîşeke pêk bîne. CNRI daxwaza girtina nûnertiyên rejîmê kir yên li Ewropa ku weke bi ‘navendên êrîşên sîxûrtî û terorîstî’ sûcdar nîşan dide.

CNRI got li welatên cûda yên Ewropa dîplomatên Îranê, wezareta îstixbaretê VEVAK û hêzên Qudisê gelek caran êrîş plan dikir û têkildarî vêya dehan car hişyarî dane.

Roja Şemiyê li Belçîkayê 2 kesên hevjînên hev ên Îranî bi madeyên teqemeniyê hatibûn girtin. Hate îdîakirin ku ev herdu kes plana êrîşeke mezin li dijî civîna mûxalifan dikirin. Civîna mijara gotinê Serokê berê yê Kongreya Amerîkayê Newt Gîngrîc û serokê berê yê şaredariya New Yorkê Rûdy Gûllîanî jî beşdar bûbûn.

Hate ragihandin ku li Brukselê 500 gram teqemenî li gel herdu kesan hatiye girtin û her du kes roja Duşemê hatin girtin.

Têkildarî herdu kesên hevjînên hev li Elmanyayê jî dîplomatek Îranî hate destgîrkirin, li Fransayê jî heman çarçoveyê de 3 kes hatin destgîrkirin.

Serokkomarê Îranê Hasan RÛhanî wê roja Duşemê piştî nîvro derbikeve tûra Ewropayê û ev bûyerên he jî di demek wiha de pêk hatin.