Li Fransayê hilbijartinên giştî: Formalîteya ku wê piraniyê bi dest Macron ve bine

Macron piştî ku Gulanê bû serokkomar endamê LR’yê Edouard Phîlîpp kire serokwezîr, gelek navên rastgir, lîberal û çepgirya navend kirin kabîneya demdemî.

Li Fransayê sibe hilbijêr ji bo endamên Meclîsa Netewî diyar bikin wê ji bo dora duyemîn a hilbijartinê biçine ser sendoqê, ji ber sedema ku kêm kes diçine ser sendoqan tê payin ku partiya Macor REM ji 4 paran 3’yan bi dest bixîne. Ji ber sedema dabeşbûna partiyan a di dora pêşî de gel zêde guh nade hilbijartina dora duyemîn, ji bo vê jî hema hema dibe formalîteyek ku Macron piraniya meclîsê bipejirîne.

Di dora pêşî ya ya hilbijartina Meclîsa Netewî de ku 11’ê Hezîranê hatibû kirin, ji ber sedema ku rêjeya tevlêbûna li hilbijartinê 40 ji sedî bû, Partiya bi navê Meşa Komarê (REM) ya ku Emmanul Macro ava kiribû, 32 ji 100’î deng standin.

Li Fransayê di hilbijartina giştî de partiya ku gel herî pir jê çû Partiya Sosyalîst (PS) bû, ji ber ku komunîst (PCF) û partiya Fransaya Serbilind (FI) a bi pêşengiya Jean- Luc Mêlenchon li hev nekirin ji bo çepgiriyê bûbû windahiyeke girîng.