Li Fransayê hejmara întixara polîsan zêde dibe

Li gorî raporeke li Fransayê hate weşandin, hêzên ewlekariyê salên dawî ji ber Rewşa Awarte di nava şert û mercên zehmet de dixebitin û hejmara bûyerên întixarê gelekî zêde bûye.

Rapor ji aliyê Senatorê Komargeran (LR) ê Partiya Mûxalefetê Françoîs Grosdîdîer ve hate amadekirin. Di raporê de hate îdîakirin ku şert û mercên kar ên polîs û jendermeyan gelekî zehmet e. Li gorî raporê, gelek wezîfedarên ewlekariyê ji ber şert û mercên kar 'li ber şikestinê' ne û gelek ji wan li derveyî dema xwe ya kar jî dixebitin.

Di raporê de tê ragihandin ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya 2015'an a li Parîsê ku 130 kes mirin, Rewşa Awarte hate ragihandin û bi ragihandina Rewşa Awarte re dema kar jî zêde bûye. Li gorî vê yekê, dema zêde ya kar a hêzên ewlekariyê ku bêyî tazmînatê û bêyî destûrê kirine, gihîştiye 22 milyon saetî.

BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ GELEKÎ ZÊDE NE

Rapor bi taybetî piştî rûdana bûyerên xwekuştina polîsan ên par hate amadekirin. Sala 2016'an bi giştî 36 polîsan întixar kirin, sala 2017'an ev hejmar gihîşt 49'an. Par 16 jendermeyan xwe kuştibûn.

Li Fransayê ku zêdeyî 150 polîs hene, rêjeya bûyerên xwekuştina polîsan, 36 ji sedî di ser nîveka rêjeya welêt re ye.

Polîsên Fransayê bi taybetî sala 2016'an di xwepêşandanên li dijî guhertina Qanûna Kar de bi şîdeta xwe ya li xwepêşandêran ketibûn rojevê.