Li Fransayê greva karkerên servîsa lezgîn mezin dibe

Kedkarên tenduristiyê yên li servîsa lezgîn a nexweşxaneya dixebitin, ji bo budçeyeke mezintir ji tenduristiyê re bê veqetandin di grevê de ne.

Greva xebatkarên servîsa lezgîn meha Adarê dest pê kir û berfireh bû ku bandor li zêdeyî 200 servîsên lezgîn kir. Li gorî agahiyên tevgera kolektîf a bi navê Inter-urgences grev li 203 servîsên lezgîn didome.

Li gorî daneyên Inter-urgencesê, bi giranî ji Parîsê û derdora wê der dora 20 servîsên lezgîn ên ne endamên wan e tevlî grevê bûne.

Kedkarên tenduristiyê yên di grevê de ne ji hikumetê dixwazin ku şert û mercên wan ên kar sererast bike û mafên wan bên başkirin. Kolektîfa Inter-urgencesê ragihand ku kapasîteya servîsên lezgîn kêm e, li şûna polîtîkayên teserûfê pêwîstî bi hîn bêhtir xebatkaran heye û xwest, maeşên wan bê zêdekirin.

Lê belê Serokkomar Emmanuel Macron ji ber teserûfê naxwaze hejmara xebatkarên li nexweşxaneyan bê zêdekirin.