Li Fransayê grêva birçîbûnê ya kedkarên tenduristiyê bi ser ket

Grêva birçîbûnê ya kedkarên tenduristiyê ku li bajarê Rouenê ya Fransayê dabûne destpêkirin, piştî ku heqê wan hate qebûl kirin, bi dawî bû.

Li nexwweşxaneya psîkîyatriyê ya Rouenê bi pêşengiya sendîkaya CGT’ê ji 21’ê Gulanê ve grêva birçîbûnê dihate kirin, bi çalakiyê dihate xwestin ku 30 kedkarên dî yên tenduristiyê bînin nexweşxanê.

Li Fransayê di serî de nexweşxane, li saziyên tenduristiyê personel kêm in û li gel vê jî hikûmet îstîhdama hewce ava nake û ev dibe sedema bertekan. Li dijî van polîtîkayan 4 kedkarên endamên sendîkaya CGT’ê bi grêva birçîbûnê ya ku ji bo Fransayê ne ji rêzê bû çalakî kirin û bi ser ketin.

Hate qebûlkirin 30 kedkarên dî yên tenduristiyê bînin Nexweşxaneya Rouvray Psîkîyatriyê ya li banliyeya Rouenê ya  Sotteville-les-Roueneyê û her wiha qebûl bû ku ji bo ciwanana unîteyên nû werin vekirin.

Li nexweşxaneya navborî di navbeynda 2014-2016’an de rêjeya kesên ku xizmet ji wan re hate kirin 8,4 ji 100’î zêde bû û rêjeya kedkarên tenduristiyê ya li nexweşxanê yene 0,5 zêde bû. Vê jî rê li ber helwestan vekiribû.

Piştî ku daxwazên çalakgeran hate qebûlkirin 4 çalakgerên endamên CGT’ê rakirin nexweşxaneyê, her wiha hate gotin çalakgerê dî kêm jî be dikare xwarinê bixwe.