Li Fransayê fuzeya balîstîk a stratejîk hate ceribandin

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly diyar kir ku wan fuzeyeke balîstîk a stratejîk bi rengekî serketî ceribandine û "Çavtirsandiniya nukleerî ya Fransayê" silav kir.

Wezîr Florence Parly bi daxuyaniyekê ragihand ku roja 12'ê Hezîranê li herêma Fînîstereyê fuzeya balîstîk a stratejîk a M51 bi rengekî serketî ceribandine.

Fuzeya M51 ku fuzeyeke balîstîk e û ji parzemînekê digihêje parzemîneke din, dikare bombeyên nukleerî bigihîne mesafeya 8 hezar kîlometreyî.

Parly bi rêya Twitterê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Ev ceribandina teknolojiya me ya bêhempa û dilsoziya me ya bi serweriya Fransayê nîşan dide."

Wezîr diyar kir ku fuzeyên balîstîk ên stratejîk "Ji bo hêza Fransayê ya nukleerî ya ji bo çavtirsandinê û serweriyê pêwîst e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di dema ceribandina fuzeyê de bombeya nukleerê nehatiye bikaranîn û Fransa li gorî sozên navneteweyî tevdigere.