Nêzî 47 milyon hilbijêrên Fransayê ku bang hatibû kirin ji bo biçin ser sindoqan, namzetê tevgera En Marche ku sala borî hatibû avakirin Emmanûel Macran û namzetê Eniya Neteweyê (FN) Marine Le Pen tên beramberî hev.
Li gorî Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ku ji saet 12:00'an ve tevlîbûna hilbijartinan sedî 28,23 bû û li gorî tûra 2’emîn a sala 2012'an 30,6 e û ev rêje kêm e.
Ji aliyê din rojnameya Le Soir a ku li Belçîkayê weşan dike, îddîa kir ku li gorî anketan Emmanûel Macron ji sedî 60 deng girtiye. Li gorî rojnameya ku navê 3şîrketên anketê neda, li gorî encaman hilbijêrên ku dengê vala yên ku her du namzetan jî naxwazin gelekî zêde ye.
Encamên fermî yên hilbijartinê yên li bajarên mezin wê saet di 20:00'an de bi dawî bibe.