Li Fransayê 300 rojnamegeran nerazîbûn nîşanî polîsan dan

Li Fransayê 300 rojnamegeran bi daxuyaniyeke hevpar şîddeta polîsan protesto kirin.

Daxuyanî li ser malpera Franceînfo.fr’ê hate weşandin. 300 rojnameger, wênegir û koma redaksiyonê nerazîbûn nîşanî şîddeta polîsan dan. Rojnamegeran diyar kirin ku piştî çalakiyên Êlegzeran şîddeta polîsan zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xebatên rojnamegeran tên astengkirin.

Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji dema ku çalakiyên Êlegzeran hatiye destpêkirin û vir ve, nêzî 90 rojnameger bûn mexdûrê şîddeta polîsan. Herî zêde jî şîddet li ser rojnamegerên serbixwe û wênegiran tê kirin.