Li Fransayê 2 bira bi gumana 'êrîşê' hatin girtin

Hate eşkerekirin ku du birayên Misrî ku amadekarî ji bo êrîşekê dikirin, li Fransayê hatine girtin.

Wezîrê Karên Hundir Gerard Collomb ji BFMTV re axivî û got, "Du ciwanên ji Misrê hebûn ku amadekarî dikirin ji bo bi teqemenî ya jî jehreke xurt êrîş bikin."

Medya Fransayê ragihand, her du kesên hatine girtin birayê hev in. Daxuyaniya Wezareta Karên Hundir hefteyek piştî êrîşa bi kêrê hate kirin. Kesekî bi kêrê li Parîsê êrîş kiribû û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, 5 kes jî birîndar bûbûn. Êrîşkar piştre ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. DAÎŞ'ê ev êrîş li xwe girtibû.

Li Fransayê, salên dawî gelek êrîş hate kirin. Herî dawî 23'ê Adarê li Trebes û Carcassonneyê êrîşên giran hatibûn kirin. Ji sala 2015'an û vir ve li Fransayê ji ber êrîşan 245 kes mirin.